Mücahit Aydemir
08 Sibat 2022•Rojanekirin: 09 Sibat 2022
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daxuyand li Nablusa bajarê Şerîeya Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê da ye hêzên Îsraîlê 3 Filistînî kuştin.
Wezaretê der heqê kuştina Filistîniyan da daxuyanî weşand.
Di daxuyaniya ji bo kuştina Filistîniyan ku Wezaretê weşand da wiha hat gotin: "Di gulebarandina hêzên Îsraîlê yên dagirker da li bajarê Nablusê 3 Filistînî hatin kuştin."
Şahidên bûyerê agahî dan nûçegihanê AAyê û gotin ku hêzên Îsraîlê li taxa El Mexfiyeyê ya ser Nablusê ye ji wesayîteke sivîl êrîşî ser wesayîteke Filistînî tê da bûn, kir.
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin da tê dîtin ku ji hêzên Îsraîlê kesek piştî gule berî wesayîtê dide, direve.
Saziya Weşana Kamuyê ya Îsraîlê (KAN) jî di nûçeya xwe da ragihandibû ku yekîneyeke eskerên Îsraîlê li Nablusê 3 endamên "ji hucreya ku çend êrîşên biçek kirine" kuşt.
- Ji Îsraîlê daxuyanî
Wezareta Parastina Îsraîlê jî der heqê bûyerê da daxuyanî weşand û îdia kir ku "3 endamên hucreyeke terorê ya hinek êrîşên biçek kirine" hatine kuştin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz jî ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: "Ez Şîn-Bet-î (teşkîlata îstixbarata navxweyî) û Wezareta Parastinê ya hucreya terorê ji holê rakirin, pîroz dikim."