Haydar Şahin
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku topa hewanê avêtin Necrana bajarê li başûrê Erebistana Siûdî, di êrîşê da 4 kes birîndar bûn.
Li gor xebera SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî, Ebdilxaliq Elî Qahtaniyê Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîlan a Necranê diyar kir ku hûsiyên li dijî rêveberiya Yêmenê topa hewanê avêtin Necrana ku lê sivîl dijîn.
Qahtanî destnîşan kir ku di êrîşê da welatiyekî Erebistana Siûdî û qîza wî û 2 welatiyên Hindistanê birîndar ketin, rayedar li ser mijarê lêkolînê dikin.
Hûsiyên ku li dijî rêveberiya meşrû derbe kirin ji îlona 2014an vir da Sanaya paytex û hin herêman di destê xwe da digire. Hêzên koalisyona di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî da ji adara 2015an vir da li dijî hûsiyan piştgiriyê didin hikûmeta meşrû.