Haydar Şahin
06 Nîsan 2018•Rojanekirin: 07 Nîsan 2018
MARÎB
Şeref Loqmanê berdevkê Hûsiyan diyar kir ku êrîşên fuzeyan ên li dijî Erebistana Siûdî dewam dikin.
Loqman daxuyanî da SABAya ajansa xeberan a Yêmenê ya Hûsiyan û got, "Me berî êrîşên bi fuzeyan da hêzên behr, beja û hewayê yên dijmin. Êrîşên me yên li dijî Erebistana Siûdî dewam dikin."
Şeref Loqman destnîşan kir ku êrîşan bi pergal didomînin, ji bo ku dijmin tevdîran hilnede jî bêwext êrîş dikin.
Rêveberiya Erebistana Siûdî der barê mijarê da hê daxuyanî neda.
Hûsiyan di van demên dawîn da êrîşên fuzeyan ên li dijî Erebistana Siûdî zêde kirin. Hûsiyan diyar kiribûn ku 10 fuze avêtin gelek bajarên Erebistana Siûdî û Riyada paytext.
Rêveberiya Erebistana Siûdî çarşema borî diyar kiribû ku ji Yêmenê fuze avêtin Cazana bajarê Erebistana Siûdî ya li sînor û bi destê sîstema parastina hewayê fuze hat îmhekirin.