Shwan Zulalê Pisporê Navenda Şêwirmendiya Vejenê ya Cardichiyê ya ku li Londrayê ye wiha got: "Heke operasyona Mûsilê serkeftî be û artêşa Iraqê Mûsilê paşda bistîne dîsa jî xeta neftê ya Kerkûk-Ceyhanê naxebite."
Pisporên ji Iraqê operasyona paşdahildana Mûsilê ya ku artêşa Iraqê pîlan dike û tesîra wê ya li ser xeta nefta Kerkûkê ji nûçegihanê AAyê ra nirxandin.
Zulal destnîşan kir ku xeta neftê wisa zirar dîtiye ku meriv nikare temîr bike, ji ber vê yekê heke operasyona Mûsilê serkeftî be û artêşa Iraqê Mûsilê paşda bistîne dîsa jî xeta neftê ya Kerkûk-Ceyhanê naxebite.
Dr. Bîlal Wehabê ku li Zanîngeha Amerîkayê ya li Silêmaniyê hîndekariyê dike jî diyar kir ku beriya pirsgirêka DÎŞIyê jî car caran xeta neftê dihat sabotekirin û Mûsil paşda bê hildan jî ev pirsgirêkên dewam bikin.
Wehab wiha got: "Xeta neftê ya Kerkûk-Ceyhanê were halê xwe yê berê jî Iraq ji bo ku neftê bifroşê Tirkiyeyê yê mecbûr xeta Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi kar bîne."
Xeta neftê ya Kerkûk-Ceyhanê ya ku dikare di rojê da 400 hezar warêl neftê bişîne û ji ber sabotajên DÎŞIyê ev salek e naxebite. Wek mayîn xeta ku Herêma Kurdistana Iraqê ava kir di rojê da 120 hezar warêl neftê dişîne ceyhanê.