ŞANLIURFA
Serokatiya Karên Diyanetê li Şanliûrfayê ezmûna pisporiyê li dar xist.
Ew endamên ku dixwazin di bin banê Diyanetê de bibin mele, bangbêj û fêrmendê Qur'anê li Şanliûrfayê ketin ezmûnê. Cihên ku ji aliyê OSYMyê ve hat eşkere kirin, hemû endam li wan deran piştî kontrola nasnameyan beşdarî ezmûnê bûn.
Diyanetê di ezmûnê de 80 pirsên ku der barê Qur'ana pîroz, eqaîd, fiqih, siyer û exlaqê de bûn ji endaman pirsî, dema ezmûnê jî 90 deqîqe bû.
Endamên ku dixwazin di vê ezmûnê de bi ser kevin lazim e ku 70 pûanan wergirin.
Encamên ezmûnê ji 9ê îlonê pê ve li ser malpera Wezareta Perwerdeyê dê bên weşandin.