Haydar Karaalp
25 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2023
Li Bexdaya paytextê Iraqê hat protestokirin ku hember dolarê Amerîkayê qîmeta dînara pereya herêmî kêm dibe.
Xwepêşabdêrên nêzî avahiya Bankaya Navendî ya li Bexdayê civiyan bangî hikûmetê kirin û xwestin ku bila ji qîmetketina dînarê rawestînin. Xwepêşandêrên Iraqî bang kirin ki bila taybetî bihayê madeyên xurekê yên bingehîn ên wekî hêkan kêm bikin.
Ji bajarên başûr jî beşdarî xwepêşandana li Bexdayê bûn.
Çendî roj in qîmeta pereyê herêmî yê Iraqê hember dolarê Amerîkayê kêm dibe.
Mihemed Şiya es-Sudaniyê Serokwezîrê Iraqê di 23yê rêbendanê da li ser daxwaza wî Mistefa Xalip Muhlifû Serokê Bankaya Navendî ji peywir hildabû û Elî Muhsîn Allak şûna wî peywirdar kiribû.
Piştî guherîna peywira li Bankaya Navendî di kura dovîzê da kêm be jî daketinek çêbibû lê dîsa di demek kurt da bilind bû.
Bankaya Navendî ya Iraqê kura dovîzê difroşe welatiyan serê dolarê wekî 1470 dînarên Iraqê diyar kir, di qereborse û piyaseya serbest da jî dolarek beranberî 1590 an jî 1620 dînarî ye.