WASHINGTON
DYAyê diyar kir ku hikûmeta Bexdayê bi daxuyaniya dîplomatîk ragihandiye ku dê 300 şêwirmendên ji bo di têkoşîna bi rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de perwerde bikin, şîretê bidin û piştgiriya hêzên Iraqê bikin bên welêt, biparêzin.
Berdevkê Pentagonê yê Wezareta Parastinê John Kîrby di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku Iraqê çawa ku beriya bûyeran xebatkarên ji DYAyê diparast yê niha jî bi wî karî şêwirmendên leşkerî biparêze û wiha got: "Em bawer dikin ku ev parastin ji bo leşkerên me yê ku şêwirmediyê bikin re bes e. Bi vê peymanê ve êdî em dikarin çend ekîbên nirxandinê bişînin."
Serokê DYAyê Barack Obama hefteya borî gotibû ku ew ê ji bo di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de navendên operasyonên yên hevpar bên amadekirin dê 300 şêwirmendên leşkerî yê ji DYAyê bişînin Iraqê. DYA li bendê bû ku hikûmeta Iraqê sozê parastinê bide wan.