Cîgirê Serokwezîr û Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç der barê pêvajoya çareseriyê de got "Hin tişt hene lê heta ew tişt negihêjin, heta pêngavên li hember wê pêngavê neyê dîtin... Em di nav têkiliyeke yek alî de nînin. Em rasteqîn in."
Arinç beşdarî "7emîn Rojên Danasîna Çapemeniyê" ya ku ji aliyê Serokatiya Yekîneya Çapemenî û Nasandinê ya Bajêr a AK Partiyê ya ku li Otêla Dedemanê hat lidarxistin bû û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Arinç got ku siyasetmedarekî wisa bawer dike ku têkiliya wî bi pêvjoya çareseriyê re heye hin tiştên ku qet haya me ji wan tune dibêje û yekî din jî tiştên din dibêje.
Arinç got "Dema dibêjin sekreterya parlementerên HDPyî xwe dikin sekreterya" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Nexêr tişteke wisa tune. Dibe ku Ocalan di hevdîtinên bi wî re de ji bo ku bi awayekî bi îstiqrar wê pêvajoyê bişopîne û ji bo ku arîkariya wî bikin xwestibe ku hin kes hebin. Ji ber ku min piştî Lijneya Wezîran gotibû, ez rexne kiribûm. Bi ya min mirov dikare vê daxwazê qebûl bike, ev daxwaz bi mantiq e. Bifikirin ku kesek ev 14 sal in di girtîgehê de tenê serê xwe dijî, ji ber ku mehkûmiya wî wisa guncav dibîne. Mirovekî wisa re ku peyamên ew dide girîng in, dibe ku mirovekî wisa ji bo ku ka kengî çi dibêje bê tespîtkirin hewceyiya qeydkirinê û sekreteryayekî bike lê em dewletekî hiqûqê ne. Di dewleta hiqûqê de pêkanîna vê hewceyiyê dikeve li ser milê Wezîrê me yê Edaletê. Di nav rêvebernameya girtîgehan de çi binivîse dê li gor wê bê kirin. Me qanûneke nû dernexistiye û em nafikirin ku qanûneke nû derxînin, li gor vê yekê dema du meh berê ez ji Lijneya Wezîran derketim, min got; Ev tiştên wisa ne ku di nav şertên girtîgehê bi xwe de tên axaftin' ne bi hatina sekreter an jî şêwirmendeke ji derve. Hewceyiya Ocalan bi sekreterên ku dê lingek biavêje li ser lingê din û notan bigire tune. Di nav şertên girtîgehê de an jî li gor rêvebirnameya girtîgehê an dê ji mehkûmên nû yên ku dê neqlê wir bikin an jî ji yekê din an jî dibe ku di nav şertên girtîgehê bixwe ev bê temînkirin. Wezareta me ya Edaletê li ser vê dixebite, dibe ku bibe lê her kes xwe wek sekreteryayê dibîne. Ev tiştên wisa ne ku şeht li pêvajoya çareseriyê didin û pêvajoyê paş dixin, mejiyê mirov tevîhev dikin."