Türkan Tosun
17 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2019
Wezareta Karên Derva ya Iraqê êrîşa çekdarî ya li Hewlêrê ya ku diplomatekî Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê şehîd ket, şermezar kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Iraqê Ehmed es-Sahhaf di daxuyaniya nivîskî da wiha got: "Em êrîşa çekdarî ya li Hewlêrê dijî diplomatekî Tirk hat lidarxistin, şermezar dikin."
Sahhaf got di êrîşê da welatiyekî Iraqê miriye û yek jî birîndar bûye.
Der barê xebatan da Sahhaf got ji bo hurgilî eşkere bibin bi aliyên fermî ra bi hevkarî xebat tên meşandin.
Li Hewlêra bajarê Iraqê di êrîşeke çekdarî de ya ku li xwaringekê hatibû kirin diplomatekî li Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê wezîfedar e şehîd ketibû.