11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karûbarê Derve yê Japonyayê Kîntaro Sonora li Hewlêrê kombûn.
Di civîna ku li Koşka Serokwezîriyê de birêve çû wezîrê Japon xweşhaliya xwe bo seredana Herêma Kurdistanê anî ziman û qehremaniya Pêşmerge, arîkariya hikûmetê ji bo penaberan û şerê li dijî DEAŞê bilind nirxand. Sonora herwiha behsa piştgriiya ku Japonya ji bo Herêma Kurdistanê şandiye jî kir û anî ziman ku dê ev piştgirî berdewam be.
Sonora herwiha diyar kir ku Japonyayê ji bo bicîkirina projeyan deyn daye Iraqê û divê para Herêma Kurdistanê jî ji wî deynî bê dayîn. Wezîrê Japon got çend projeyên stratejîk ên muhîm li Herêma Kurdistanê têne çêkirin. Der barê operasyona rizgarkirina Mûsilê jî Sonora diyar ku piştî tunekirina DEAŞê dê firsendên baş li herêmê derkevin pêş û wek Japonya jî dê ji bo meşandina projeyan arîkariya Hewlêrê bikin.
Sonora ragihand ku dê îro konsolosxaneya Japonyayê li Hewlêrê bi fermî vekin. Bi vekirina vê konsolosxaneyê re Sonora diyar kir ku dê têkiliyên Herêma Kurdistanê û Japonyayê di her warî de bihêztir bibin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo seredanê û piştgiriya Japonyayê şandiye Hewlêrê sipasiya Sonora kir û ehemmiyeta veqetandina para Kurdistanê ji deynê şandî anî ziman. Barzanî got ku çend projeyên stratejîk li ber destê wan in û çend heb jî li ber xelasekê ne, loma divê para Kurdistanê perê deyn bê dayîn.
Barzanî, ji bo biryara vekirina konsolosxaneyê li ser navê hikûmetê destxweşî li Japonyayê kir û anî ziman ku çi ji destê wan were dê ji bo serkeftina vê biryarê bikin.
Di hevdîtinê de herwiha operasyona rizgarkirina Mûsilê, rolê ku pêşmerge lîstiye û xebatên pêşerojê li herêmê hatin xeberdan.