16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 17 Hezîran 2016
HELEB
Hat ragihandin ku li Sûriyê firokeyên şer ên artêşa ûris li bakurê Helebê li devera ku di destê muxalifan da ye, nexweşxane û fabrîqeyeke dermanan bombardûman kirin.
Li gorî agahiya ku ji jêderên herêmê hat wergirtin, jetên ûris duh bi şev li navçeya Anadana li bakurê Helebê bi bombeya "fosforê" va êrîşî nexweşxaneya Anadanê, bi bombeya "vakûmê" va jî êrîşî fabrîqeya dermanan a Asyayê ya li bajarokê Kefr Hemrayê kirin. Hat diyarkirin ku di encama êrîşan da nexweşxane û fabrîqe rûxîn.
Çavkaniyan bal kişandin ku jetên ûris herêma Handaratê û rêya Kastîllo ku tekane rêya bajêr e, bi awayekî gurr bordûman kirin. Herwisa diyar kirin ku li navenda Helebê jî jîngehên di kontrola dijbereyê da jî hatin bordûmankirin.
Der heqê kuştî û birîndarên êrîşê da vêga tu daxuyanî nehat belavkirin.
Firokeyên şer ên artêşa ûris ji 15 rojan vir da li Heleb, gund, bajarok û navçeyên wê yên di kontrola dijbereyê da sûk, bazar, nexweşxane û navendên parastina sivîl bordûman dikin.