16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 17 Hezîran 2016
PARÎS
Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê diyar kir ku ji destpêka Şampiyoniya Fitbolê ya Ewropayê (EURO 2016) vir va 323 alîgir îfade dan di nav wan da 196 hatin binçavkirin û ji wan jî 8 kes bi biryara dadgehê va hatin girtin.
Di daxuyaniya ku wezaretê weşand da wiha hat gotin: "Hêzên ewlehiyê ji destpêka turnûvayê vir va ji ber tûndî, zirar dayîna mal û milkên dewletê, dizî û sûcên din îfadeyê 323 alîgiran sitend ji wan 196 kes hatin binçavkirin. Di nav wan da jî ji kesên ku bi lez û bez sewqî dadgehê hatin kirin 8 kes hatin girtin."
Hat gotin ku heta niha 24 alîgir ji Fransayê hatine dersînorkirin û ji wan 23 alîgir welatiyên Rûsyayê ne û yek jî welatiyê Ukraynayê ye.
Di vê navberê da BBCyê ragihand ku serokê komeleya alîgirên fitbolê yên rastgir ên Rûsyayê Alexander Shprygin jî di nav kesên hatine dersînorkirin da ye.
Li Marsîlyayê şemiya borî alîgirên Rûsyayê û yên Îngiltereyê lihevxistibûn û di cenga wan da 4 jê giran 35 kes birîndar bûbûn.