27 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Dervê yê Brîtanyayê Boris Johnson piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar kirin.
Çavuşoglu li ser pirsa der barê operasyona Minbîcê da wiha got:
"DYAya mitefîkê me got ku hin hêzên YPGyê dibê ji bo alîkariya lojîstîkê tevlî operasyona Minbicê bibin li ser vê me got ev polîtîkayeke şaş e. Lê belê paşê bi şertekî va me got dibe. Operasyona Minbicê ça ku biqede YPGê bizvire rojhilatê Feratê. Vegerîna wan a rojhilatê Feratê nayê wê wateyê ku em kirinên wan ên li wê derê tesdîq dikin. Nika hêzên YPGê hê jî li Minbicê ne."
"Yan guh nadên gotinên we yan jî hûn naxwazin bişînin"
Çavuşoglu der barê hêzên YPGê yên li herêmê da got, "Obama soz da, Biden soz da, Kerry soz da. Yanê hemû rayedaran soz dan. Nika yan nikarin paşda bişînin yanê YPG guh nade gotinên wan yan jî naxwazin paşda bişînin. Wek mayîn rêyeke din tune. ji 200î zêdetir hêzên YPGê li Minbicê ne. Heke hûn nikarin 200 endamên YPG bişînin rojhilatê Feratê wê çaxê emê li herêmên din çito bi YPGê bawer bikin?"