XEZE
Berdevkê Tûgayên Qassamê Ebû Ubeyde got : "Ji 80ê zêdetir leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û ji 300î zêdetir jî birîndar bûn."
Berdevkê Tûgayên Qassamê Ebû Ubeyde der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de daxuyanî da.
Ebû Ubeyde di daxuyaniya xwe ya ku di televîzyona El-Aksayê de hat weşandin de wiha got: "Me bi operasyona "Merivê Beq" ve êrîşî Bargeha Leşkerî ya Zekîmê kir. Ji bilî van mucahîten me erîşî bargeha leşkerî ya Kerm Ebû Salîm kirin û bargeh bi serkeftî teqandin."
- 2 hezar û 430 fûze hatin avêtin
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de jî hat destnîşankirin ku ji destpêka "operasyona xeta parastinê" heta niha ji aliyê Xezeyê ve 2 hezar û 430 fûze avêtine Îsraîlê.