XEZE
Hat ragihandin ku heta destpêkirina agirbesta berwext, di êrîşên artêşa Îsraîlê de herî kêm 900 kes mirin û 6 hezar kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê yê berê Dr. Eşref el-Qudra got ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 250î jê zarok, 102 jî jê jin bi tevahî 900 kes mirin û 6 hezar kes jî birîndar bûn.
Qudra got ku di êrîşên Îsraîlê yên ku îro heta saet 07.00an doman de 24 filistînî mirin, nêzî 100 kesî jî birîndar bûn.
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de hezar û 825 xanî wêran bûn û di 22 hezar û 145 xaniyan de jî xisar pêk hat, herwiha ji van xaniyan 560 xanî êdî nabe ku bên bikaranîn.