Önder Beyter
12 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
WASHINGTON
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Amerîka li Baregeha Încîrlîkê fealiyetên xwe didomîne û hemû nûçeyên ku bereksê vê yekê îdia dikin tevda "spekulatîf" in.
Berdevk Johnny Michael ku li maseya Fermandariya Hêzên Ewropayê ya Pentagonê peywirdar e, li ser pirsa peyamnêrê AAyê, ji bo îdiaya rojnameya Amerîkayî Wall Street Journal a "Ji ber rageşiya di navbera Enqere û Amerîkayê da Amerîkayê li Baregeha Încîrlîkê operasyonên cengê rawestandin" got ku derew e.
Michael wiha got, "Amerîkayê operasyonên xwe yên ji Încîrlîkê ranewestandin."
"Nûçeya spekulatîf"
Berdevk ji bo nûçeya rojnameya navborî jî got ku nûçeyeke spekulatîf e.
Çavkaniyên dîplomatîk ên Tirkiyê yên ku der heqê mijarê da daxuyanî dan AAyê jî daxuyaniya Pentagonê ya li ser Baregeha Încîrlîkê piştrast kirin.
Wall Street Journalê di nûçeya xwe ya ku spart peywirdarên Amerîkayî yên ku navê wan eşkere nekir da îdia kiribû ku Amerîkayê li Baregeha Încîrlîkê operasyonên xwe yên cengê rawestandin û ji ber rageşiya di navbera Enqere û Washingtonê da Amerîka wê hebûna xwe ya li baregeha eskerî ya li Edeneyê bere bere kêm bike.