12 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
ANKARA
Hat ragihandin ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku ji hêla Artêşa Tirkiyeyê tê kirin vir va 3347 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê ji bo li ser hidûd û herêmê ewlekarî û îstiqrar çêbibe, mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê bên berterefkirin û gelê herêmê ji zilm û zordestiya rêxistinên terorî xilas bibin, Artêşa Tirkiyeyê di 20ê çileya paşîn de li herêma Efrînê Operasyona Çiqlê Zeytûnê dabû destpêkirin û operasyon dewam dike.
Ji destpêka operasyonê vir ve hejmara terorîstên ku hatin berterefkirin bû 3347.
-Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê gundên Kîbar, Zindikiyan, Kîle û Gumuşburca ser bi Efrînê re ji terorîstan paqij kirin.
Li gor agahiyên peyamnêrên AAyê yên li saheyê, Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad gundên ser bi Cindêresê Kîle, Zindikiyan û Gumuşburç û Kîbara ser bi Efrînê ve ji YPG/PKK-DEAŞê standin.
Heta niha di operasyonê de 5 navendên beldeyan, 155 gund, 33 nuqte û bi tevahî 193 herêm hatine bidestxistin.
Qada hatiye bidestxistin jî ji hezar û 100 kîlometre çargoşeyî derbas kir.