VAN
Welatiyên dixwazin ku genimê xwe bihêrin eleqeyeke mezin nîşanî aşê avê yê ku ji 100 salî zêdetir e ku li navçeya Mûradiyeyê di xizmetê de ye, didin.
Aş digel teknolojiya pêşketî dîsa li ber xwe dide û kesên ku dixwazin genimê xwe vir bihêrin, çend roj berê randevûyê distînin.
Xwediyê aşê ku15 kîlometro dûrî navçeyê ye, Cemîl Tayganer daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku aş ji kalikên wî maye û ji sed salî zêdetir e ku xizmetê dide. Tayganer axaftina xwe wiha berdewam kir: "Aş di salekî de du mehan dixebite. Ez serê tenekeyekî genim çîrnîkekî genim (800 gram) ji xwe re dihlînim. Ev bi salan e wisa ye û ez bi genimê ku ji vir digirim malbata xwe xwedî dikim."
Tayganer got ku "Heke hûn 200 teneke genim bibin aşê bicêyran, dê jê 20 teneke ar derkeve. Li vê aşê jî şûna 20 tenekeyan de 10 teneke derdikeve lê belê tu tişt tama vir nade."
-"Nanê ku em çêdikin ji bo tenduristiyê baştir e"
Mîrbahattîn Çelîk ji bo ku 200 teneke genimê xwe bihêre ji Taxa Avcibaşiya Çaldiranê hat aşê û got ku bi arê ku li aşê dihêrin, nan çêdikin û ew nan ji bo tenduristiya mirov baştir e û wiha axivî:
"Em ji bo tenduristiya xwe her sal genimê xwe tînin û vi dihêrin. Ez ev du hefteye li bendê bûm ku dor bê ser min. Min ji bo hêranê 200 teneke genim anî û ji bo hêranê dê 24 saetên me biçin. Em bi şev jî vir dimînin û du rojan de genimê xwe dihêrin. Em nanê firûnê naxwin. Nanê ku em çêdikin hem ji bo tenduristiyê baştir e hem jî tamxweştir e. Bi sedan sal e ku ev kevneşopî heye û em jî dê vê kevneşopiyê berdewam bikin. Heta ev aş hebin em ê jî genimê xwe li vir bihêrin."
Îrfan Aslanê ku genimê xwe dihêriya got ku "Nanê me têrî me nake. Em arê ku ji sûkê distînin tevî arê aşê dikin û wisa dixwin."
Ozgul Yildirimê ku ji Taxa Babacanê hat jî got ku beriya ku genimê xwe bînin aşê dişûn, ziwa dikin û didin ber bayê. Nanê ku em bi vê arê çêdikin zû kartû nabe û ji bo tenduristiyê jî baştir e.