Sevim Hatun
18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 19 Nîsan 2016
STOCKHOLM
Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven got ku wî îstifaya Mehmet Kaplanê di Partiya Demokrat a Civakî û hikûmeta koalîsyonê ya Partiya Keskan da Wezîrê Şehrsazî û Îskanê bû, qebûl kir.
Kaplan, ji ber nûçeyên ku di rojên dawî da derheqê wî da hatin belavkirin îstifa kir.
Serokwezîr Lofven li paytext Stockholmê civîna çapemeniyê li dar xist û li vir destnîşan kir ku, Kaplan wezîrekî serkeftî ye.
Lofven wiha dewam kir: "(Kaplan) Ji bo pêşvabirina Swêdê pir hewl da. Kaplan got di rojên dawî da, di çapemeniyê da derheqê wî da gelek nûçe tên belavkirin û ji ber vê yekê nikare bi karê xwe ra mijûl bibe. Kaplan ji ber vê sedemê îstifa xwe pêşkêşî min kir û min jî îstifa wî qebûl kir. Ji bo xizmetên ku kir, spasiya wî dikim."
Serokwezîrê Swêdê Lofven got ku Wezîr Per Bolûnd anîn cihê wî.
-"Ez ji bîr û baweriyên xwe tawîz nadim"
Piştî Serokwezîrê Swêdê Lofven, Kaplan hat ber kursî û wiha got, heta îro min çi kiribe berpirsê wan kirinên xwe me; lê ez ji bîr û baweriyên xwe tawîz nadim.
Kaplan got ku di rojên dawî da, di çapemeniyê da derheqê wî da nûçeyên bê bingeh û derew tên weşandin, ew naxweze ji ber êrîşên li ser wî zirar bigîhîje partî û hikûmetê û ji ber vê yekê biryara îstifakirinê da û wiha dewam kir:
"Ji ber kok(esil), bîr û baweriyên min dijî min şer dan destpêkirin. Ez û partiya xwe her tim li hemberî nîjadperestî, îslamofobî û antîsemîtîzmê sekinîn; lê niha hewl didin ku min wekî nîjadperest, îslamparêzê radîkal nîşan bidin. Ez heta îro ji bo mafên mirovan xebitîm, min baweriya xwe bi demokrasiyê anî û her gav li aliyê diyalogan bûm."
Di rojên dawî da çapemeniya Swêdê ji bilî Wezîrê bi eslê xwe Tirk e, saziyên civakî yên sivîl ên Tirk jî bi sûcên giran sûcdar dikir. SVTya televîzyona dewletê û di nav da Aftonbladet û Expressen ji rojnameyên sereke yên welêt jî STKyên Tirk wekî "nîjadperest", "faşîst", rêxistina binêerdê" terîf dikirin.
Kaplan tevî nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên cuda beşdarî bernameya fitarê ya ku Komeleya Tum Pîşesaz û Karsazan (TUMSÎAD) bibû. Wêneyên vê fitarê di hin rojnameyan da bi serenavê "Kaplan digel endamên rêxistina binêerdê tevlî fitarê bû" hatibûn weşandin. Wêneya Kaplan a di çalakiya "Maîde-î Qur'anê" da hatibû kişandin jî di rojnameyan da bi serenavê "Kaplan beşadarî bernameya îslamparêzên radîkal bû" hatibû weşandin.