19 Nîsan 2016•Rojanekirin: 20 Nîsan 2016
ÎDLIB
Hat ragihindin ku jeta artêşa Sûriyê êrîşa esmanî bir ser cihê bazarê yê li navçeya Maret en-Numanê û cihê sivîlên Kafr Nubulê. Di êrîşê da 33 kes mirin, 47 kes birîndar bûn.
Rayedarê parastina sivîl ê navçeya Maret en-Numanê Omer Alvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku jeteke artêşê li navçeyê êrîşî cihê bazarê kir û di êrîşê da 28 sivîl mirin, 35 kes jî birîndar bûn.
Alvan destnîşan kir, jetê li navçeya Kafr Nubulê cihê sivîlan bombebaran kir û li wir 5 kes mirin, 12 kes birîndar bûn, li herêmên êrîşlêhatî xesareke mezin çêbû.
Alvan diyar kir, ekîbên parastina sivîl di bin enkazan da mirî û birîndaran dertînin, piştî bombebaranê agir bi gelek kargeh û malan ket û îtfaiyeyê agir temirand.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên der û dorê.