Haydar Şahin
16 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2019
ANKARA (AA) - Li Nepalê ji ber barana gur a 6 roj e dewam dike lehî rabû û hêlan kete erdê, hejmara kesên di lehî û hêlanê da mirin derkete 78an.
Li gor xeberên di çapemeniya herêmî da hatin weşandin, Wezareta Karên Navxweyî ya Nepalê diyar kir ku ji ber barana 6 roj e li welêt dewam dike hejmara kesên mirin derkete 78 kesan, û 40 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji 32 kesan jî tu xeberek nayê hildan.
Di barana li 31 herêmên Nepalê dewam dike da hêzên ewlekariyê û artêşê 3 hezar û 366 kes xilas kirin.
Li herêma Deştên Başûr di 3 rojên dawîn da herî kêm 33 hezar kes di tesîra baranê da man.