Abdullah Tel
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û der dora wê ji ber toz û xubara ku ji duh êvarê va dest pê kir û heta niha dewam dike welatî perîşan bûn û heta hewce neke ji malên xwe dernakevin.
Midûrê Daîreya Meteorolojî û Erdhejê ya HKIyê Fazil Îbrahîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Li başur û nav Iraqê çend roj beriya niha ba rabû û pişek baran hat lê ev yek jî li Herêma Kurdistanê bû sedema barîna toz û xubarê."
Îbrahîm diyar kir ku barîna toz û xubarê wilayeta Dihokê di serî da li Hewlêr û Silêmaniyeyê bi tesîr bû û wê seranserê rojê dewam bike.
Welatiyên ku nexweşiyên wan ên alerjîk hene ji ber toz û xubarê serî li nexweşxaneyan dan û hin kes jî ji bo toz û xubar nekeve dev û pozên wan maske dan ber devê xwe.
Li navenda Hewlêrê ji ber ewrên toz û xubarê mesafeya dîtinê heta 300 metreyî daket.
Li seranserê Iraqê ji ber hişkayî û bayê şid her sal toz û xubar dibare.