BATMAN
Zînee Îbrahîm Rasûla (26) êzdî ya nexweşê gurçikan ku li herêma Şengalê ya li ser Iraqê tedawî dibû, ji ber êrîşên DÎŞIyê mecbûr ma ku bireve Tirkiyeyê.
Rasûla ku tedawiya wî nêvco ma niha li Tirkiyeyê, hêviya alîkariyê ye.
Rasûla dayika du zarokan a ku li Iraqê dima, li Nexweşxaneya Lêkolînê ya El-Karama ya Bexdayê tedawî dibû. Li vir gurçik neqlê wê kirin û piştî neqlê dihat dermankirin. Lê li ser êrîşên DÎŞIyê yên ser Şengalê mecbûr ma ku digel malbata xwe were Tirkiyeyê.
Rasûla li Wargeha Esentepe ya Şaredariya Batmanê bi cih bû niha di nav şert û mercên netendurist de dijî. Herwiha ji ber ku tedawiya wê nîvco ma jî nexweş e.
Rasûlayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku divê ez piştî neqilkirina gurçikan bi rêk û pêk bihatama tedawîkirin. Rasûlayê got ku ew heta Zaxoyê bi wesayitê reviyan, li wir jî li ser pişta mêrê xwe heta sînor hat. Di rê de em zehf aciz bûn.
Rasûlayê got ku ew anha li kampê, di nav şert û mercên netendurist de dijîn û wiha dewam kir: "Ji ber ku kamp netendurist e, nexweşiya min roj bi roj pêşve diçe. Ez êdî nikarim li ber xwe bidin. Piyên min werimîn e. 2 zarokên min hene, divê ez bêm dermankirin. Alîkarî dixwaz im."
Hevjînê Rasûlayê Faysal Hamo jî (28) got ku dema xanima wî li nexweşxaneyê dihat dermankirin, DÎŞIyê dest bi êrîşan kir û mecbûr ma digel xanim û zarokên xwe birevin.
Hamo got ku yek 2 salî yek jî 4 salî du zarokên wan hene û wiha dewam kir: "Her du gurçikên xanima min xirab bûn. Me lêkolîn kir gurçikek peyda kir û ya din jî bi 15 hezar dolarî sitand. Bi qasî 50 hezar dolarî mesrefa me bû. Bi alîkariya xêrxwazan me ev tedawî kir."
Berpirsiyarê kampê Abdullah Mehmedoglu jî destnîşan kir ku şert û mercên kampê li gor Rasûlayê nînin û wiha got:
"Zarokên Rasûlayê hene. Bi taybetî ez bangî serokên êzdiyan ên li Almanyayê dijîn dikim. Hatin vê derê hin tişt wehd kirin; lê tu tiştekî jî bi cih neanîn. Min ji hemû kesên ku hatin kampê re got. Pêdiviya vê jinika han bi dermankirinê heye. Alîkarî lazim e."