RAMALLAH
Sedema mirina parlementerê filistînî Ebû Eyn "derb, gaza îsotê û ji bo rakirina nexweşxaneyê destûrnedayîna leşkerên Îsraîlê" ye.
Hat eşkerekirin ku Serokê Komisyona Têkoşîna li Dijî Dîwarê Veqetandinê û Yekeyên Warên Cihuyan Ziyad Ebû Eynê endamê Rêxistina Rizgarkirina Filistînê ji ber "derb, gaza îsotê û ji bo rakirina nexweşxaneyê destûrnedayîna leşkerên Îsraîlê" mir.
Wezîrê Karên Sivîl ê Filistînê Huseyn eş-Şêx di radyoya Dengê Filistînê da daxuyanî da û diyar kir ku heyeta ku ji doxtorên filistînî, urdunî û îsraîlî pêk dihat di encama otopsiyê de eşkere kir ku Ebû Eyn ji ber "derb, gaza îsotê û ji bo rakirina nexweşxaneyê destûrnedayîna leşkerên Îsraîlê" mir.
Li gor encamê, sedema mirina Ebû Eyn "derb, gaza îsotê û ji bo rakirina nexweşxaneyê destûrnedayîna leşkerên Îsraîlê" ye û doxtorên filistînî û urdunî rapor îmze kirin, doxtorê îsraîlî encam qebûl kir lê belê ji bo îmzekirinê wext xwest.