KONYA
Sekreterê Giştî yê Federasyona Komeleyên Tirkmeneliyê Aydin Beyatli got ku Tirkiyeyê alîkarî da tirkmenên Sûriye û wiha dewam kir: "Ji ber ku Tirkiye piştgirê tikmenan e, dengê tirkmenan tê bihîstin. Ji bilî Tirkiyeyê piştgirê tirkmenên Bayirbucakê tuneye."
Beyatli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku tirkmenên ku li Sûriye û Iraqê dijîn, di mehên dawiyê da tengasiyên mezin kişandin.
Beyatli got ku ew her tim diçe van her du welatan û tirkmenên ku li Iraqê dijîn, tengasiyên mezin dikşînin.
Beyatli daxuyand, piştî ku DAEŞa rêxistina terorê Mûsil bi dest xist, li Iraq û Sûriyeyê hevsengî guherî û roj bi roj jiyana gelên mezlûm dijwartir bû.
Beyatli got ku ew hefteya borî çû Dihok û Şengalê û alîkariyên ku Tirkiyeyê dane dît. Beyatli got ku Heyva Sor a Tirkan û AFADê li Iraqê alîkarî belav kirin.
Beyatli got ku di şerê Iraq û Sûriyeyê da gelê herî bê guneh tirkmen in.
Beyatli daxuyand, ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê pê va Tirkiyeyê piştgirî da tirkmenên Bayirbucakê û wiha dewam kir: "Ji ber ku Tirkiye piştgirê tikmenan e, dengê tirkmenan tê bihîstin. Ji bilî Tirkiyeyê piştgirê tirkmenên Bayirbucakê tuneye. Divê ev piştgirî wisa nemîne, divê Tirkiye xurttir bibe û di qadên navneteweyî da dengê tirkmenan bide bihîstin."
Beyatli got ku heke alîkariya Tirkiyeyê dewam neke, tirkmenên wê derê dê bikevin tengasiyeke mezin û tirkmen ji aliyekî va zilma DAEŞê dibînin, ji aliyekî va jî şiî û hin sunnî zextê li wan dikin.