Türkan Tosun
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokê Lijneya Perwerdeya Bilind Prof. Dr. Yekta Saraç diyar kir ku di heyama perwerdeyê ya 2018-2019an da navê nû yê ezmûna perwerdeya bilind bû Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind.
Saraç got di Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind da namzed dê bikevin du ezmûnên cuda û wiha axivî: "Di rûniştina ewil da testa qabiliyetê ya bingehîn heye. Di vê testê da armanc ew e bê pîvandin namzed di warê muhakeme, fikirîn, qabiliyeta mantiqî ya bêjeyî û jimarî da di kîjan astê da ne, di warê xwendin, fehmkirin, emilandin û zimanzaniyê da fehmkirina wan ya tirkî çawa ye û ji têkiliyên matematîkî çiqasî dikarin îstifade bikin."
Prof. Saraç wiha dewam kir: "Di rûniştina duyem a piştî nîvro jî namzet wek usûla salên berê li gor agahiyên mufredata lîseyê wê mesûl bibin. Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind ji bilî ezmûna ziman di nav meha hezîranê de rojeke şemiyê wê çêbibe û du rûniştinên ezmûnê wê hebin. Ezmûna zimanê biyanî jî heman hefteyê roja yekşemê wê bi rûniştinekê bê çêkirin."
- "Hemû namzed mecbûr in ku di vê rûniştina ewil da cih bigirin"
Saraç bal kişanda puanê herî kêm ê ku divê namzed di testa qabîliyeta bîngehîn de bistînin û wiha axivî: "Di beşên ku bi qabiliyetên taybet xwendekaran digirin da wekî par puanê bendê eynî ye. Namzedên ku dikevin Testa Qabiliyetê ya Bingehîn û ji Testa Qabiliyetê ya Bingehîn herî kêm 150 puanî distînin dikarin beşên lîsansê yên bi qabiliyeta taybet xwendekaran digirin tercih bikin."
Prof. Saraç behsa naveroka testa kafîyetê kir û wiha pê de çû: "Testa Kafîtiyê ya Bingehîn (TYT) a ji pirsên matematîk û tirkî ya bingehîn pêk tê wek salên borî di vê ezmûnê da jî wê li gor mufredata hevpar a Wezareta me ya Perwerdehiya Neteweyî be. Hemû namzed mecbûr in ku di vê celseya ewil da cih bigirin. Piştî celseya ewil wê nîvrojê navber bê dayîn. Testa Kafîtiyê ya Bingehîn a ku ji 40 pirsên tirkî û 40 pirsên matematîkê pêk tê roja şemiyê serê sibê wê bê kirin. Encama vê testê wê puanê namzedan ê Testa Kafîtiyê ya Bingehîn kifş bike."
-"Puanên bendê wê neyên guherandin"
Der barê guherandina puanên bendê de Saraç wiha agahî da: "Testa Kafîtiyê ya Bingehîn ji bo tercihkirina bernameyên pêşlîsans û lîsansê wê tesîrê li ser puanê bendê ya perwerdeya bilind bike. Îsal ji bo ku bernameyên pêşlîsans û lîsansê bikaribin bên tercihkirin, puanên bendê wê neyên guherandin. Ji bo ku namzed bikaribin bernameyeke pêşlîsansê tercih bikin divê ji Testa Bingehîn herî kêm 150 puanî bistînin. Puanê namzedan heger di binê vê yekê da be wê ew mafê wan tunebe ku bernameyeke hîndekariya bilind tercih bikin. Namzedên ku puanê wan ê testa bingehîn 180 û ji ser wê ra be wê bikaribin bernameyên lîsansê tercih bikin."
Saraç der barê Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind da wiha got: "Em derbasî pergaleke nû dibin ku li gor ya heyî xetere tê da kêm in. Ev ji bo xwendekar û yên ezmûnê îdare dikin jî wisa ye. Loma jî em ê demildest îsal bikin rewacê."
- "Pirs wê li gor mufredatê bên amadekirin"
Saraç destnîşan kir ku namzedên puanê wan ê Testa Kafîtiyê ya Bingehîn 200 û li ser 200î ra ne, heke bixwazin ev puanê wan dikare ji bo saleke din jî derbas bibe û der barê pirsan de jî wiha got: "Di rûniştina duyemîn da wekî ziman û edebiyata tirkî-erdnîgarî, zanistên civakî, matematîk û zanistên fenê 4 test hene. Pirsên testan wekî salên berê wê li gor mufredatê bên amadekirin."
Der barê hurgiliyên Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind de Saraç wiha agahî dan: "Curên pûanên pirsan me ji 18an daxist 5an. Ezmûn êdî li dûmahiya 5 hefteyan nayê kirin, wê di dûmahiya hefteyekê de bê kirin û jimara rûniştinan jî me ji 6an daxist 3an. Ev pêngava me ji bo perwerdeya bilind a Tirkiyeyê gelekî giring e. Wê di navenda ezmûnan de zimanê tirkî û matematîk hebe. Di vê ezmûnê da jî pirsên di warê xwendin, fehmkirin, emilandin û zimanzaniyê da û têgihîştina namzedan ya tirkî derdikevin pêş. Di warê matematîkê da jî pîvandina mijarên matematîkê yên di lîseyê da û agahiyên bingehîn girîng in."
- "Em derbasî pergaleke sadetir bûn"
Prof. Saraç got pergala berê hinek tevlihev bû û ji ber wê ew derbasî pergaleke nû bûne û wiha axivî: "Em wisa difikirin ku ew xetayên di OSYMê da piçek jî ji ber tevlihevbûna wê pergalê bû. Ji ber vê jî em niha derbasî pergaleke sadetir bûn ku çêtir tê fehmkirin û em jî dikarin bi hêsanî qala wê bikin. Dema em li parvekirina testan û bicihkirina rûniştinan dinihêrin vê dibînin. Ji ber vê jî ez dixwazim bibêjim ku em derbasî pergale sadetir bûn û mirov bi hêsanî dikare qala wê bike. Ev pergala hemdem di perwerdehiya bilind da li welatên pêşketî tê sepandin û me jî qismekî wê daxilî vê kiriye."