Nêzî 18 milyonî xwendekarên di pêşdibistan, dibistan, dibistana navîn û lîseyê de dixwînin û 900 hezar mamoste dê sibê dest bi sedema dudan ya salê bikin. Serdema duyem a perwerdeyê dê di 9ê sibatê roja duşemê dest pê bike û di 12ê hezîranê roja înê biqede.
Sala perwerde û hîndekariyê dê di 12ê hezîranê de biqede.
- 15 hezar mamoste hatin tayinkirin
Wezareta Perwerdeya Neteweyî di betlaneyê de tayînên cîguhertinê yên koma sedemên taybet ên di navbera bajaran de û di nav bajêr de hatin kirin. Piştî van tayînan ji bo kadroya 15 hezar mamosteyan tayînkirinên ewil hatin kirin.
- Ezmûnên ketina zanîngehê dê dest pê bikin
Xwendekarên pola 8emîn dê di heyama duyem de ji dersên tirkî, matematîk, fen û teknolojî, dersa agahiyên dînî û exlaq, dîroka înqilabê û Ataturkparêzî û zimanê biyanî di 29-30yê nîsanê de bikevin ezmûna hevpar. Ezmûna telafiyê jî dê di 16-17ê gulanê de bê kirin. Tê plankirin ku encam jî di meha hezîranê de bê eşkerekirin.
Merhaleya yekem a ezmûnên derbasbûna zanîngehê Ezmûna Ji bo Perwerdeya Bilind (YGS) dê 15ê adarê roja duşemê, Ezmûnên Bicîhkirina Lîsansê (LYS) jî dê 13-14 hezîranê de û 20-21ê hezîranê de bi 5 rûniştinan bê kirin.
Di nîva duyem a sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2014-2015an de, dê li xwendekaran şîr bê belavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê hilda "Bernameya Şîrê Dibistanê" ya ku bi tevkariya Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî, Wezareta Xurek, Çandinî û Sewalkariyê û Wezareta Tendûristiyê ve di sala 2011an de hatibû amadekirin dê di nîva duyem a sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2014-2015an de jî bikin rewacê.
Dê roja duşem, çarşem û înê bi tevahî heftê 3 rojan şîr belavî xwendekaran bikin.
Di çarçoveya bernameyê de û li gor biryara Lijneya Wezaretê dê dibistanên fermî û taybet ên pêşdibistan; li xwendekarên pola sepandinê, pola pêşdibistanê û xwendekarên dibistana destpêkê şîr belav bikin.
- Di çarçoveya bernameyê de dê li 6 milyon û 401 hezar û 116 xwendekaran belav bikin
Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî, daneyên der barê hejmara xwendekarên dê li wan şîr belav bikin de ji Wezareta Xurek, Çandinî û Sewalkariyê re şand. Li gor daneyan di bernameyê de 5 milyon û 848 hezar û 375 xwendekarên ku destûra wan heye, 552 hezar û 741 xwendekarên ku destûra wan nîne hene. Tê plankirin ku bi tevahî li 6 milyon û 401 hezar û 116 xwendekaran şîr belav bikin.
Tê plankirin ku digel şîr mewîj jî belav bikin û hat ragihandin ku xebatên der barê belavkirina mewîjan de jî dewam dikin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci dê sibê li dibistaneke Enqereyê ji bo vebûna heyama nû ya salê beşdarî merasimekê bibe.