Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) konferanseke bi navê "Ji Bo Kurdistaneke Serbixwe û Pêşerojeke Bextewar Yekgirtû" li dar xist û di konferansê de ji bo pêvajoya çareseriyê peyama piştgiriyê hat dayîn.
Konferans li Silêmaniyeyê li Stadyûma Aştiyê hat kirin.
Serokê Yekgirtûyê Mihemed Fereç di konferansê de axivî û bal kişand ser geşedanên ku di du salên dawîn de qewimîn.
Fereç di axaftina xwe de destnîşan kir ku wek partî li herêmê ji bo çareserkirina pirsgirêkan tim berpirsiyarî hildane û li Tirkiyeyê jî piştgiriyê didin gavên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan tên avêtin û wiha got: "Em ê tim piştgiriyê bidin ku mafên kurdan werin dayîn."
Fereç bal kişand ser êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobaniyê û destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî li herêmê ji bo xilaskirina tundiyê rola xwe bilîzin û wiha dewam kir: "Dewletên dinyayê çawa piştgirî dan Kurdistanê, divê wisa jî li dijî terorîstên DÎŞIyê piştgiriyê bidin Rojavayê. Wek partî di vê mihjarê de helwesta me diyar e. DÎŞI terorîst e û eleqeya wê bi Îslamê re tuneye. Gelê me di bin zext û zordariya DÎŞIyê de ye û niha jî êrîşî Kobaniyê dike. Em wek partî êrîşên li ser Kobaniyê şermezar dikin. Divê hêzên navneteweyî alîkariya gelê Rojavayê bikin."
Di Parlementoya Kurdistanê de 10, di meclisa hikûmeta navendî ya Iraqê de jî 4 parlementerên Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) hene.