Artêşa Iraqê ji hewayê erîş bir ser Ramadiya navenda Enbara bajarê Iraqê. Hat ragihandin 15 endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) hatin kuştin.
Midûrê Giştî yê Ewlekariya Enbarê Saddaq ed-Dûleymî daxûyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî agahiyên îstixbaratê, balafirên şer ên artêşa Iraqê êrîş birin ser kozikên DÎŞIyê yên ku li herêma Temîmê ne û di êrîşê de 15 endamên DÎŞIyê mirin û 4 jî çekên doçkayê hatin îmhekirin.
Duleymî diyar kir ku hêzên eşîran jî piştgiriyê didin polês û leşkeran û li dijî DÎŞIyê beşdarî operesyonan dibin û di wan operasyonan de DÎŞIyê gelek zirar dîtin.