Sevim Hatun
11 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2016
İSTANBUL (AA) - Ji bo "Projeya Xeta Lûleya Xaza Sirûştî ya Tirk Akimê" ya wê xaza Rûsyayê di ser Tirkiyeyê re bigihîne Ewropayê, di navbera hikûmetan da peyman hat îmzekirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî hevdîtina ku saet û 40 deqîqe kişand, civîna çapemeniyê ya hev par li dar xist.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî yê Komara Tirkiyeyê Berat Albayrak û Wezîrê Vejenê yê Rûsyayê Aleksandr Novak peymana Tirk Akimi îmze kir.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di kanûna 2014an da cara ewil qala vê projeyê kiribû.