10 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2016
GAZÎANTEP/HELEB
Mamosteyê zimanê erebî Îbrahîm Ebdusselamê ku tevî malbata xwe, xwe spart Cerablusa ku bi saya Operasyona Mertala Feratê ji rêxistinên terorê hat paqijkirin, dixwaze xeyala xwe ya mamostetiyê ya ku ji ber şerê navweyî nîvco mabû li "bajarê azad" bidomîne.
Cerablusa navçeya Helebê ya ku di çarçoveya Operasyona Mertala Feratê da ji terorê hat paqijkirin, bona xelkê ku di şert û mercên dijwar da dijîn bû lîmaneke ewle.
Îbrahîm Ebdusselamê 35 salî digel jin û 5 zarokên xwe, xwe spart Cerablusê û dixwaze li vir xeyala zarokatiya xwe mamostetiyê bidomîne.
Ebdusselam hêvî dike ku li Cerablusê bigehîje xizmên xwe yên ku ji ber şerê navxweyî bel belayî bûne û herwiha Ebdusselam di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da spasiya Komara Tirkiyê û Artêşa Sûriya Azad (ASA) kir.
Ebdusselam destnîşan kir ku beriya şer li Helebê jiyaneke wan a bextewar hebû.
Herwiha Ebdusselam diyar kir ku piştî şer gurr bû, xizmên wî belavî deverên cuda cuda bûn û ew bixwe jî, ji ber ku ewletir e li Îdlibê bicih bûn.
Ebdusselam got ku ji ber bombe û pevçûnan malbata wî belav bûye û wiha axivî: "Xwîşkên min li Reqeyê, diya min û bavê min li Minbicê, birayên min û malxwezûranên min li Tirkiyeyê, em jî li vir in. Lê em niha bextewar in, lewra ev îdî bajarekî ewle ye. Xwedê ji Tirkiyeyê razî be. Înşallah ezê car din bigîhîjim malbata xwe."
- "Karê min nîvco ma"
Ebdusselam got ku ji zarokatiya xwe pê ve wî xwestiye ku bibe mamoste û wiha dewam kir: "Lê dema ku min dest bi mamostetiyê kir şer derket û karê min nîvco ma. Niha li Cerablusê dibistan vebûn û înşallah ez ê car din bixebitim."
Jina wî Xedîceyê jî got ku ev 3 salin ew malbata xwe nabîne û wiha axivî: "Malbata min çû Qeyseriyê û ez gelek bîrya wan dikim. Herdu zarokên min hê malbata min nedîtine. Dilê min dişewite û dema tên bîra min ji bo ku ez negrîm ez li ber xwe didim. Heke rewş wiha dewam bike, em hêvî dikin ku em car din bigîhîjin hevdu."