Serokê Meclisa Tirkmenan ên Sûriyê Abdurrahman Mustafa got ku wî bi fermandarê tirkmenên sûrî re li Gazîentabê civînek kir.
Mustafa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di civînê de ew li ser rewşa Sûriyeyê sekînîne û wiha dewam kir: "Gelê Sûriyeyê naxwaze Sûriye perçe bibe. Lê hin rêxistin û hêzên emperyalîst hewl didin ku Sûriye perçe bibe. Heke welat ber bi perçebûnê ve here zêdetir xwînê birije. Lewra şerê wê demê dest pê bike. Di bin siya balafirên kolaîsyonê yên navneteweyî de gel perçebûna Sûriyeyê qebûl nake.Ereb, tirkmen û kurd divê ji bo demokrasiyeke piranîparêz têkoşînê bidin. Heta ku Esed têk biçe divê ev tekoşîn dewam bike. Lê mixabin rêxistinên terorê hewl didin ku vê wek derfet bi kar bînin."
- "PYDyê berî tirkmenan da"
Mustafa got ku bi taybetî jî tirkmen di nav rewşeke nebaş de ne û wiha axivî: "Her çiqas tirkmen li çar aliyê Sûriyeyê belav bibin jî, ji bo ku demên girîng de biryaran bidin divê navendek hebe. Ji ber vê navendeke qeyranê wê wek komîsyon ava bibe û nunertiya tirkmenan bike. Lewra em hemû di heman keştiyê de ne, an emê binav bibin, an jî em ê xilas bibin. Rewşa tirkmenên Bayirbucak, Heleb û Tel Ebyadê eşkere ye. PYDyê berî tirkmenan da. Divê em li hember vê tevdîran bibînin."