Nûnerên kêmneteweyan ên ku li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê kom bûn, li hemberî pêşnumaya zagonê ya ku hin partiyan ji bo ku kotaya kêmneteweyan bê rakirin pêşkêşî parlamentoyê kir, bertek nîşan da.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, ji partiyên ku di Palamentoya Herêma Kurdistanê ya Iraqê (HKI) de ne Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran ji bo kotaya kêmneteweyan bê rakirin amadehiyan dikin da ku pêşnumaya derheqê vê de pêşkêşî parlamentoyê bikin.
Herwiha tirkmen, asûrî, suryanî, keldanî û ermenî jî naxwazin ku kotaya di parlementoyê de ji bo wan hatiye veqetandin bê rakirin.
Nûnerên kêmneteweyan ên ku endîşe dikin ku kotaya ji bo wan hatiye veqetandin bê rakirin, li navenda Eniya Tirkmenê Iraqê (ETI) ya Hewlêrê li hev civiyan.
Aydin Marûfê Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê, piştî civînê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku pêşnumaya zagonê ya bo kotaya ji bo kêmneteweyan hatiye veqetandin bê rakirin dê pêşkêşî Serokê Parlamentoyê bikin "xetereye" û wiha axivî: "Ev pêşnuma dê xisareke mezin bide herêma Kurdistanê. Heke bê qebûlkirin dê zirarê bide têkiliyên di navbera Tirkmen û Kurdan de jî. Ji ber vê yekê em bi tu awayî wê qebûl nakin. Kota mafê me yê qanûnî ye."
Romeo Hakkariyê Sekreterê Partiya Demokrat a Xiristiyan Beytûn-Nehreynê jî wiha axivî: "Rakirin an jî kêmkirina kotayê qanûnî nîne. Daxwazeke wiha dê zirarê bide jiyana gel hev a ji çand û dînên cuda yê gelê herêmê. Dê pirsgirêk mezin bibin."
Di parlamentoya HKIyê de KDP 38, Goran 24, KYB 18, Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) 10, Partiya Civaka Îslamî (Komala) 6, Tevgera Îslamî (Bizotnewe), Demokratên Sosyal, Araste û Partiya Azadî jî her yekê parlamenterek bi dest xistibû. Kêmnetewe jî ji ber kotayê li meclisê tenê bi 11 parlamenteran tên temsîlkirin.