Ahmet Aydın
06 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê serdana ji bona Iraqê wiha got: "Ji Birêz Ebadî daxwazeke wiha hat. Hevalên me li ser dem û naverokê dixebitin. Helbet ev serdan serdaneke girîng e. Loma jî divê amadehî bi baldarî bên kirin."
Yildirim nimêja xwe ya înê li Mizgefta Kocatepeyê kir û piştî nimêjê bersiva pirsên rojnamevanan yên derbarê rojevê de, da.
Serokwezîr Yildirim di bersiva pirsekê der barê serdana ji bona Iraqê wiha got: "Ji Birêz Ebadî daxwazeke wiha hat. Hevalên me li ser dem û naverokê dixebitin. Helbet ev serdan serdaneke girîng e. Loma jî divê amadehî bi baldarî bên kirin."
Di bersiva pirsa derbarê Başîkayê de jî Yildirim wiha got, "Leşkerên me yên li Başîqê ji bo ku perwerdeyê bidin yên li tevlî têkoşîna dijî DEAŞê bibin li wê derê ne. Iraq jî li dijî DEAŞê têkoşînê dide, micahîd, mihafizên Nînovayê yên ku li vê derê perwerde dîtin jî wezîfeyeke girîng dikin, ji ber vê dibê ev di navbera me da nebe mesele."
Yildirim derbarê dengoyên girtina deriyê Xabûrê de wiha got, "Deriyê Xabûrê hem xizmet dide herêma bakurê Iraqê hem jî dide hikûmeta Iraqê. Helbet Iraq dikare vî derî bigire. Em dikarin hurmetê nîşanî vê biryarê jî bidin. Di vê mijarê de ji bo fealiyetên me yên ticarî û birayên me yên tirkmen, kurd û ereb zirarê nebînin me ji wan re deriyê Ovakoyê (Pişxabûr) teklîf kir. Em di vê mijarê de arîkariya Iraqê dixwazin."