Nihat Kavşut
06 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2017
ANKARA
Komîteya Nobelê ragihand ji ber ku bal kişandiye ser encamên emilandina çekên nukleer û ji bona qedexekirina çekên bi vî rengî zehf hewl dide Xelata Aştiyê ya Nobelê dane Kampanyaya Îmhekirina Çekên Nukleerê (ICAN).
Di daxuyaniya Komîteya Nobelê ya Norwecê da hat diyarkirin ICANa bi destên saziyên civakî yên sivîl hatiye avakirin ji ber ku balê kişandiye ser encamên emilandina çekên nukleer û ji bona qedexekirina çekên bi vî rengî zehf hewl dide Xelata Aştiyê ya Nobelê dane Kampanyaya Îmhekirina Çekên Nukleerê (ICAN).
ICAN di sala 2006an da bi pêşengiya Înisîyatîfa Fizîkvanên Navneteweyî ya Pêşîlibergirtina Şerê Nukleerê ku xwediyê xelata Nobelê ye hat avakirin. Di heman salê kongreya ICANê hat çêkirin û biryar hat dayîn bibe kampanyayeke navneteweyî. Kampanyaya ICANê di 23yê nîsana 2007an da li Melburna bajarê Awistiryayê dest pê kir. Di 30yê îlona 2007an da li Viyanayê bi dewletên terefên Peymana Qedexekirina Çekên Nukleerê ra civîn hat kirin.
468 rêxistinên civakî yên sivîl û 101 dewlet piştgiriyê didin ICANê û xebatên xwe di çavdêriya Koma Îdareyê ya Navneteweyî (ISG) da dimeşîne.
Navenda kampanyayê li Cenevreya Swîsreyê ye.
ICANê 9 milyon kronê Swêdê (qederê 4 milyon lire) wek xelat bistîne. Merasima xelatdayînê wê di 10ê kanûnê da bê kirin.