Elif Orhan
19 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
RIYAD
Wezîrê Dewletê yê Erebistana Siûdî yê ku ji Karên Kendavê Berpirsyar e Samîr Sebhan ji bo ku dawî li qeyrana referandûmê bînin û pêşniyazên navçîtiyê yên navneteweyî binirxînin bangî Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kir.
Sebhan ji ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê Barzanî ji bo ku dawî li qeyrana ku di warê referandûmê de diqewime bînin hêmaneke navneteweyî wek navbeynkar qebûl bike.
Sebhan destnîşan kir ji bo ku Iraq ji qeyranan bê parastin divê ev gav bê avêtin û got ku ew Neteweyên Yekbûyî wekî navbeynkar pêşniyaz dike.
Wezîrê Dewleta Erebistana Siûdî Sebhan sê roj beriya niha li Hewlêrê bi Barzanî re hatibû bal hev û daxwaza welatê xwe ya ji bo navbeynkariya ku dawî li pirsgirêkên di navbera HKI û hikûmeta Bexdayê de bike anîbû ziman.