Türkan Tosun
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
PARÎS
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan bal kişande pirsgirêkên der barê Sûriye û Îranê de û ji bo rîska şer a li herêmê hişyarî da.
Le Drian daxuyanî da radyoya France Interê û der barê rojevê de axivî.
Ji bo mueyîdeyên nû yên ku Amerîka li hember Îranê dike wiha axivî: "Hûn şirketeke ne ji Amerîkayê ne, lê li Îranê kar dikin. Dibêjin hûn ne şirketa Amerîkayê bin jî em naxwazin hûn bi Îranê re kar bikin. Lewra hûn bi dolaran va bazirganiyê dikin. Ev nayê qebûlkirin. Divê li hember vê tevgereke bibiryar a Yekîtiya Ewropayê hebe, jixwe heye jî."
Li ser pirsa "Di navbera Amerîka û Îranê de di heyama dawîn de rageşî zêde bû. Li Rojhilata Navîn rîska şer heye gelo?" Drîan got: "Erê."
Drîan got raya giştî ya dinyayê vê rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de temaşe dike û anî ziman pirsgirêkên der barê Sûriye û Îranê de tevlihev bûye û li herêmê rîska şer heye.
Wezîr Drîan anî ziman li Sûriyeyê çekên Îranê li hember Îsraîlê tên bikaranîn, Îsraîl jî bersivê dide.
Nunerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Vladîmîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê bang kiribû ku hemû hêzên biyanî bila ji Sûriyeyê derkevin. Dema ev bang hat bibîranîn Drîan got li Sûriyeyê gelek eskerên biyanî hene û wiha axivî: "Hêzên koalîsyonê, Amerîkî, Tirk, Ûris û Îranî esker hene. Lê hejmara eskerên Fransayê kêm e." Drîan got ev tê meneya destpêkirina pêvajoya aştiyê, lê ev hê ne mumkin e.