23 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
ANKARA
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê xebatên li Efrîna herêma bakurê Sûriyeyê didomînin.
Bi armanca parastina gelê sivîl ê Efrîna ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê di 18ê adara 2018an da kontrola wê hildan destê xwe xebatên paqijkirina teqemenî û mayînan hê dewam dikin.
Endamên artêşê di çarçoveya herekatê da xebatên li ser kozik, sitargeh, sîlah, wesayît û amûrên PKK/PYDya rêxistina terorê bênavber didomînin.
Di çarçoveya van xebatan da depoyeke cebilxaneya rêxistinê hat tesbîtkirin. Artêşa Tirkiyeyê di hesabên medyaya civakî da dîmenên depo û cebilxaneyê weşand. Di dîmenan da teqemeniyên terorîstan bi destan çêkirine xanê dikin.
- Mehmetçik bi AFADê ra rûyê gelê Efrînê dide kenandin
Yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê piştgiriyê didin ekîbên AFADê ku alîkariya mirovahiyê bigihînin herêmê.
Bi xebatên li Efrînê dewam dikin va gel her diçe digihêje aramiyê.
Sererkaniyê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku di hefteya dawîn da li alîkariya mirovahî dan 6 hezar kesên li 52 wargehên cuda dimînin.