Dinya

Ji Herîrî peyama piştgiriya Qudsê

Herîriyê Serokwezîrê Libnanê: "Quds ê hetahetayî wekî paytextê dewleta Filistînê bimîne".

Haydar Şahin  | 21.04.2018 - Rojanekırın : 22.04.2018
Ji Herîrî peyama piştgiriya Qudsê

Lebanon

BEYRÛT

Saad el-Herîriyê Serokwezîrê Libnanê got, "Quds ê hetahetayî wekî paytextê dewleta Filistînê bimîne".

Herîrî li Beyrûta paytextê Libnanê beşdarî çalakiya ji bo piştgiriya Qudsê hat lidarxistin bû.

Herîrî di çalakiyê da axivî û diyar kir ku Beyrûta bajarê "îtidal, mihebet û ilmê" li cem Quds û Filistînê ye.

Serokwezîr Herîrî wiha axivî: "Çi dibe bira bibe Quds ê hetahetayî wekî paytextê dewleta Filistînê bimîne".

Wekî mayîn Herîrî bal kişand ser hilbijartina parlementeran a di 6ê gulanê da ew ê were kirin û bang kir ku bira welatî beşdarî hilbijartinê bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.