Haydar Şahin
21 Nîsan 2018•Rojanekirin: 22 Nîsan 2018
SEUL
Koreya Bakur beriya ku rêveberiyên Seul û Washingtonê di lûtkeyê da werin bal hev diyar kir ku ew ê ceribandina fuzeyên balîstîk ên navparzemînî bide sekinandin.
Li gor xebera KCNAya ajansa fermî, hat ragihandin ku Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur di civîna Komîteya Navendî ya partiya xwe da got biryar da ku ceribandina fuzeyên balîstîk û nukleerê bidin sekinandin.
Di xeberê da wiha hat gotin: "Koreya Bakur ew ê ji 21ê nîsanê pê va ceribandin û avêtina fuzeyên balîstîk ên navparzemînî bide seikinandin."
Hat ragihandin ku Koreya Bakur par eşkere kir ku hêza nukleerê hat temamkirin li ser vê rewşa li ser Koreya Bakur bi lez guherî û ev jî kêrî "şoreşa Koreyê" hat li ser vê jî Kîm biryara sekinandinê ya ceribandina fuzeyan da.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li ser biryara rêveberiya Pyonyangê di hesabê xwe yê twîtterê da got, "Ev ji bo Koreya Bakur û dinyayê xebereke baş û geşedaneke mezin e." Trump got çavê wî li rêya Kîm e ku pê ra were ba hev.
Di daxuyaniya Seroktiya Koreya Başûr da jî hat gotin ku ji bo vê biryara ku ew ê nîvgirava Koreyê ji sîlahên nukleerê paqij bike kêfxweş in.
Şînzo Abeyê Serokwezîrê Japonyayê diyar kir ku ji ber vê biyarê kêfxweş bû lêbelê ew ê geşedanên piştî jî ji nêz va teqîb bikin.
Beriya lûtkeya hefteya pêşiya me di navbera Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur û Moon Jas-înê Serokê Koreya Başûr da were kirin xeta têlefonê ya taybet di nevbera herdu welatan da hatibû kişandin.
Lûtkeyên Bakur û Başûr herî dawîn di salên 2000 û 2007an da li Pyongyangê hatibûn kirin.