Haydar Şahin
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlakariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hişdarî da û got dibe ku referamduma Rêverberiya Herêma Kudistana Iraqê (HKI) li herêmê bibe sedema bêîstiqrariyê.
Di danezana çapemeniyê ya ku ji aliyê hemû endamên KENYê hat qebûlkirin da bal kişandin ser fikarên ji bo referanduma wê di 25ê îlonê da li bakurê Iraqê bê kirin.
Di danezanê da wiha hat gotin:
"Endamên Konseya Ewlekariyê ya NYyê ji ber planên referanduma ku dikare yekalî herêmê bêîstiqrar bike ya HKIyê di fikaran da ne.
Endamên KENYê rêzê nîşanî desthilatdarî, bihevrabûn û yekîtiya erdên Iraqê didin. KENY bang dike ku pirsgirêka di navbera hikûmeta navendî û HKIyê da bi rêyên diyalogê bên çareserkirin."