Türkan Tosun
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
BERLÎN
Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel got ew naxwaze der barê mijara dibe ku Amerîka û Fransa bi hev ra li hember Sûriyeyê operasyonekî bikin û Almanya jî wê piştgiriyê bide de spekulasyonan bike.
Merkel li Qesra Mesebergê piştî civîna Lijneya Wezîran bi Alîkarê Şansolye û Wezîrê Darayiyê Olaf Scholz re civîneke çapemeniyê li dar xist.
Li ser pirsa rojnamevanekî ya ku 'Amerîka û Fransa li hember rejima Esed amadehiyên êrîşê dikin, di nav rewşeke wiha da gelo Almanya wê piştgiriyê bide?' Merkel got hemû tişt nîşan didin ku li Sûriyeyê çekên kîmyayî hatine bikaranîn.
Merkel wiha axivî: "Amerîkayê pêşniyaz kir bila mekanîzmayeke NYyê bê avakirin ku li cihê bûyerê lêkolînê bike. Lê di vê mijarê de li Konseya Ewlehiya NYyê lihevkirinek pêk nehat ku em ji ber vê xemgîn in. Di mijarên din de jî niha ez naxwazim spekulasyonan bikim."
Li ser pirsa 'ji ber êrîşa kîmyayî gelo rejima Esed û Rûsya berpirsyar in" Merkel got delîlên xurt nîşan didin ku rêvebiriya Sûriyeyê berpirsyar e, lê ewê li gor geşedanan daxuyaniyên nû bidin.
Merkel wiha got: "Di her rewşê de divê bikaranîna çekên vî cureyî bi tundî bê şermezarkirin."