15 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Mihemed Sabrayê sermizakirê lijneya eskerî û siyasî ya muxalefeta Sûriyeyê ya ku li Cenevreyê wê bê kirin de daxuyand ku ji bo encamekê lazim e dewleta Rûsyayê roleke erenî bileyîze.
Sabra daxuyaniya xwe ewil da nûçegihanê AAyê. Sabra got ku Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê rojeva civînê hê tu peyam ji wan re nehatiye şandin.
Sermizakir Mihemmed Sabra wiha axivî:
"Eger biryarên Cenevreyê jî wekî biryarên NYê yên berê nekevin rewacê tu meneya wê namîne. Wê ev hevdîtin jî badilhewa biçe. Heta niha ji bo parastina gel gelek biryar hatin dayîn. Lê mixabin hêzên navneteweyî li dijî rejima Esed pasîf man. Dewlet û civatên navneteweyî ji bo parastina sivîlan jî dîsa tiştek nekirin. Lazim bû li gor biryarên NYê ya bijimara 2118 û 2254an hin sepandin hatibûn kirin û lê mixabin li dijî rejima Esed tiştek nekirin."