14 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
WASHINGTON
Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer ragihand, plana têkoşîna DEAŞê hê temam nebûye, ji ber vê yekê di mijara Sûriyeyê da Rûsya jî di nav da ew ê di warê tevkariyê da tu welatî nevêjin pişt guhê xwe.
Li Qesra Spî di civîna rojane ya çapemeniyê da Berdevk Spicer pirsên li ser Sûriye û têkoşîna DEAŞê bersivandin û got ku ji bo tevkariya Rûsyayê deriyê wan girtî nîne.
Spicer li ser pirsa 'Li Sûriyeyê bi Rûsyayê ra tevkarî hê mimkun e an na?' wiha got:
"Plana ku ji bo têkoşîna DEAŞê tê amadekirin, hê temam nebûye. Wezîrê Parastinê Mattîs li ser xêz û xetên sereke agahî dan, lê xebatên li ser planê dewam dikin. Ji ber vê yekê ez nikarim vê gavê welatekî piştguh bikim. Serok (Trump) beriya niha gotibû kîjan welat di têkbirina DEAŞê da alîkariya me bike, em dikarin pê ra bixebitin û em ê jî wisa bikin."
- Ziyareta Merkelê ya li Qesra Spî
Spicer diyar kir, berî niha hatibû gotin ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel wê roja sêşemê Qesra Spî ziyaret bike, lê ji ber rewşa hewayê ya xerab ziyaret taloqî roja înê bû.
Ji bo pirsa rojnamegerekî ya der barê daxuyaniya Kremlînê ku eşkere kiribû, di Zîrveya G-20ê ya ku dê di tîrmehê da li Almanyayê were lidarxistin da Serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Pûtîn bên cem hev da Spicer wiha xeberda, "Aniha dezgehên eleqedar seba G-20ê dixebitin, lê der barê vê mijarê da daxuyaniyeke min e rojanekirî tuneye."
Ji xeynî vê Spicer daxuyand ku Trump û Prensê Welîehdê Duyemîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman roja pêncşemê li Qesra Spî hevdîtinek pêk anîn.
Berdevk Spicer destnîşan kir ku wan îstifaya 46 dozgerên dema serokê berê Barack Obama xwest û herwiha diyar kir ku ev jixwe miemeleyeke rûtîn a Wezareta Dadê ye.