14 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
NEW YORK
Li New Yorka DYAyê 10 kesên ji bo protestoya "bêmalî" rê girtin û çalakî kirin, hatin binçavkirin.
Ekîbên Teşkîlata Polêsên New Yorkê (NYPD) di çalakiya bi pêşengiya Dengê Pêşeng û Aktîvistên Civakî (VOCAL-NY) hat kirin da midaxeleyî çalakvanan kirin.
Piştî mitîngê polêsan 10 çalakvanên rê girtin kelepçe kirin û binçav kirin.
Di daxuyaniya li ser navê VOCAL-NYê hat kirin da wiha hat gotin: "Li New Yorkê bêmalî di rêvebiriya Cuomoyê waliyê eyaletê da ji sedî 41 zêde bû û derket 88 hezarî."