Türkan Tosun
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) daxuyand ku ji ber greva giştî ya ku wê li Fransayê bê kirin îro hin seferên balafiran hatine betalkirin.
Mişawirtiya Çapemeniyê ya THYê daxuyand ku li Fransayê wê greveke giştî bê kirin û ji ber vê hin seferên balafiran hatin betalkirin.
Hat diyarkirin sefera di navbera Stenbol û Parîsê ya ku wê ji Balafirgeha Sabîha Gokçenê bihata kirin û seferên Stenbol-Lyon, Stenbol-Marsîlya, Stenbol-Nîce yên çûyîn û hatinê wê neyên kirin.