İbrahim Atmaca
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê barana gur, li cihên bilind jî şilope û berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê germa hewayê li gor demsalê ye. Li herêmê hewa wê ewrsayî û pir ewrayî derbas bibe û li gor texmînê cî bi cî dê berf û baran bibare.
Tê texmînkirin ku li cihên bilind berf bibare.
Germa hewayê ya herî kêm li Erzinganê 10, li Îdirê 12, li Tunceliyê 9, li Agirî û Erdêxanê 7, li Erziromê 6, li Qersê 5 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê wê li Îdirê 23, li Tunceliyê 21, li Erzinganê 18, li Agiriyê 16, li Erdêxan û Qersê 15 û li Erziromê 14 pile be.