Nihat Kavşut
05 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2019
Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî destnîşan kirin ku ewlehiya xwepêşandêran bê parastin û ji kesên tundiyê dikin hesab bê pirsîn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ofîsa çapemeniyê ya Serokomariyê hat diyarkirin Salih û Ebdulmehdî li Bexdayê civiyan.
Hat destnîşankirin di hevdîtinê da diyar kirin ku ewlehiya xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê bê parastin û ji kesên tundiyê dikin hesab bê pirsîn.
Di hevdîtinê da hat destnîşankirin daxwazên meşrû yên xwepêşandêran bên bicîanîn û "rê li ber sûcdarên ku gule berdidin xwepêşanderan jî bê girtin."