Abdullah Tel
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
HEWLÊR
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ji hêla Celal Talebanî va hatibû damezrandin her ku roj derbas dibe dikeve halekî xerabtir. Demek dirêj bû ku Talebanî aciz bû û ji ber vê jî kongreya partiyê nedihat kirin lê piştî mirina wî kongre jî di ser da gelek pirsgirêkên YNKyê dewam dikin.
Di sala 1975an da li Şam a paytextê Sûriyeyê bi Sekreteriya Giştî ya Talabanî va partî hat damezrandin û YNK li Hewlêr, Silêmaniye ya bajarên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Kerkûkê ji hêla siyasî va xurt bû.
Talabanî di 3ê cotmeha 2017an da wefat kir lê wextê di kanûna sala 2012an da bû Serokomarê Iraqê piştî vê pirsgirêkên ji bo YNKyê dest pê kiribûn bênavber dewam kirin. Siyaseta li hemberî Iraqê di serî da di nav Kurdan da qedr û qiymetê didan kirin û gotinên Talebanî, lê tunebûna him ji bo YNKyê û him jî ji bo HKIyê hin tesîrên neyînî bi xwe ra nî.
Têkiliyên Talebanî bi Îran û Tirkiyeyê ra hebûn û gelek pirsgirêkên ku hêj di navbera Hewlêr û Bexdayê da mezin nebûbûn jî çareser kir û ji bo vê jî hewl dida.
Lê di sala 2012an da lîderiya Talebanî ya li ser YNKyê ji ber wezîfeya Serokomariya Iraqê bi dawî bû û guherîna hevkêşeya di nav partiyê da jî bi wê wezîfeyê, dest pê kir.
Hêro Îbrahîm Ehmed tevlî malbata xwe xwest kar û barên YNKya wek mîrata mêrê xwe didît bidomîne lê Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKyê Kosret Resûl Elî û Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKyê Dr. Berhem Salih jî ji bo lîderiya partiyê dest bi xebatê kirin.
Hêro Talebanî di demeke kurt da di hemû çapemeniya YNKyê da xwe nîşan da û ji ber daxwaza kongreyê li hemberî Salih serî hilda.
Di navbera herduyan da reqabeta ewil û ya herî mezin di sala 2014an da beriya hilbijartina Serokomariya Iraqê dest pê kir. Li gor lihevkirina di navbera partiyên siyasî da ji bo namzediya Serokomariyê ji YNKyê du namzed derketin. Ji wan yek Fûad Mesûmê ku Hêro Îbrahîmê piştgirî dida bû û yê din jî Salih bû. Di hilbijartina nav partiyê hat kirin da li hemberî Salih, Mesûm bi ser ket.
Ji ber van rûdanan herdu alîkarên sekreterê YNKyê jî xwestin ku bila demildest kongre bê kirin lê Hêro Îbrahîmê got ku heya ew li heyatê be nahêle YNK kongreyê lidarbixe û sekreterekî nû bê hilbijartin.
Li gor rê û rêzikan divê YNK di sala 2014an da kongreya xwe lidarbixista lê nexweşiya Talebanî wek hincet hat nîşandan û kongre taloxî wexteke nediyar hat kirin. Li ser vê yekê Salih fehm kir ku di nav YNKyê da li hemberî malbata Talebanî zêde qeweta wî tuneye û di 18ê Îlona 2017an da îstifa kir û "Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê" ava kir.
Piştî vê damezrandinê di 3ê Cotmeha 2017an da jî Celal Talebanî wefat kir û malbat tevlî mirina wî li ser gava ku Salih avêt jî fikirî.
- Di nav YNKyê da sucdarkirina "bêbextiyê"
Pêşmergeyên YNKyê ku hêj şîna lîderê wan dewam dikir, di 16ê Cotmeha 2017an da ji Kerkûka nêzî 3 sal bû di kontrola wan da bû bê şer û pevçûn vekişîn û radestî hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê kirin. Ev tevger jî li HKIyê bû sedema destpêkirina niqaşên nû.
Hin fermandarên YNKyê îdia kirin ku "malbata Talebanî û hikûmeta navendî ya Iraqê li hev kirin û xeber nedan wan", Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKyê Kosret Resûl Elî jî got ku malbata Talebanî "Kerkûkê firot û bêbextiyê bi wan ra kirin" lê aliyê dihat sûcdarkirin jî hemû tawanbariyan red kir û gotin ku li eniyên pêşî wan cih girt.
Piştî îstifaya Berhem Salih, wefata Talebanî û qeyrana Kerkûkê YNK ket nav tengasiyeke mezin, vê carê jî di navbera malbata Talebanî û Kosret Resûl Elî da berberiyê dest pê kir.
- Wextê kongreyê nayê kifşkirin
Endamên Lijneya Navendî û Konseya Serokatiyê di 15ê Sibatê da li bajarê Silêmaniyeyê bi serokatiya Elî civîn kir û li ser wextê kongreyê axivîn. Lijneya Navendî pêşniyaza xwe ya ku bila kongre di 3-5ê Adarê da bê kirin pêşkeşî Konseya Serokatiyê kir û xwest ku bila heta 25ê Sibatê bersiv bê dayîn. Lê ji ser qewl 3 roj derbas bû û tu deng ji Konseya Serokatiyê derneket.
Di 25ê sibatê da ji bo qewlê lidarxistina kongreyê tu geşedan neqewimû Hêro jî li ser vê yekê name weşand û Elî ji ber ku "li mîrata Talebanî dernakeve" sûcdar kir.
Li ser vê nameyê Elî jî nameyeke gelek tund a wek bersiv weşand û di nameya xwe da got: "Belê ez dixwazim ku kongre bê kirin û alîgirê vê me. Lê ne bi awayê ku YNKyê bikin partiya malbatî bi garantiya parastina mafên qadroyan lazime kongre bê kirin."
- "Di halê hazir da kongre ji bo YNKyê zehmet xuya dike"
Dr. Mehmud Osmanê siyasetmedarê berê yê xwedî tecrûbe yê li HKIyê dibêje ku ji ber tundî û berberiya di nav partiyê da lidarxistina kongreya YNKyê zehmet xuya dike.
Osman destnîşan kir ku wî û Talebanî bi salan bi hev ra kar kirine cara ewil di sala 1952yan da nasiya xwe dan hev û wiha pê da çû: "Celal Talebanî merivekî giran bû û di nav partiyê da jî xwedî gotinê bû. Hemû aliyên YNKyê dianî bal hev û gotina xwe dikir serê wan. Di halê hazir da kirina kongreyê û yekîtiya di nav partiyê da zehmet xuya dike. Ez hêvî dikim ku li hev bikin. Lewra YNK li herêmê partiyeke muhîm e."
- "Kongre dibe ku di meha Nîsanê da bê kirin"
Endamê Konseya Serokatiya YNKyê Qedîr Ezîz jî destnîşan kir ku partiyê di 4ê sermaweza sala 2017an da ji bo lidarxistina kongreyê biryar da lê her carê ji ber sedemekê ew biryar hat taloqkirin û li ser dîrokek nû lihevkirin pêk nehat.
Ezîz axaftina xwe wiha domand: "Di civîna hefteya pêş me ku Konseya Serokatiyê bike da wê ji bo lidarxistina kongreyê wext bê kifşkirin. Ez wisa difikirim ku kongre di meha nîsanê da wê bê kirin. Li gor rêziknameya partiyê divê teqez kongre bê kirin. Ji xwe alternatîfeke din jî tuneye."