Li gor daxuyaniya di malpera Wezareta Karên Derve de Lavrov, van gotinên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry nirxand: "Beşar Esed heke demildest hemû çekên kîmyewî yên di destên xwe de, bide civaka navneteweyî dê bikare beriya mudaxaleyeke mûhtemel bigire."
Sergey Lavrov got ku heke teslîmkirina çekên kîmyewî berê mudaxaleyeke leşkerî bigire, em ji bo têkiliyan amade ne.
Lavrov di daxuyaniya xwe de got ku em bangî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî dikin ku çekên kimyewî bên îmhakirin û Sûrî jî beşdarî vê rêxistinê bibe.
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Kerry ji bo mudaxeleyeke mûhtemel ya li ser Sûriyê ji bo piştgiriyê bi Ewropayê re ket têkiliyê. Kerry piştî ku bi Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Wîlîam Hague re hat bal hev daxuyaniyek da û pirsa: "Di vê merhaleyê de tu bergiriyên ku birêvebiriya Esed ji bo mudaxaleya muhtemal ya li ser Sûriyê bigire, hene?" bersivandibû. Kerry gotibû ku "Tabî dikare demildest hemû çekên kimyewî yên di destên xwe de teslîmî civaka navneteweyî bike lê Esed dê vê yekê neke û ev neyê kirin."
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov di hevdîtina xwe ya li Moskovayê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd el- Muallîm de diyar kiribû ku vê pêşniyazê ragihandin birêvebiriya Esed û diyar kiribû ku hêvî dikin bersiveke erênî û bi lez bigirin.
- "Almanya piştgirî dide pêşniyazê"
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Guido Westerwelle daxuyaniyek da Rojnameya "Passauer Neue Presse" û got ku heke di bikarneanîna çekên kimyewî ya ji hêla Esed bi ser bikevin, ev dê ji bo dahatûyê bibe pêngaveke mezin.
Wesretwelle diyar kir ku ji ber helwesta rejîma Esed ya heta niha divê tu kes nekeve nav hêviyên mezin.
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry, gotibû ku heke rejîma Esed demildest hemû çekên kimyewî yên di destê xwe de teslîmî civaka navneteweyî bike dê bikare beriya mudaxeleyeke mûhtemel bigire.
Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron di daxuyaniya Kamaraya Awamê de got ku ev pêşniyaz ji bo dahatûyê dê bibe pêngaveke mezin. Lê divê em jê ewle bin ku ev ne taktîkek be ji bo balê bikişînin dereke din, divê em di vê meselê de baldar bin.
- "Ji Fransayê sê şert"
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabîus jî der barê geşedanên li Sûriyê de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku pêşniyaza Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hêjayê nirxandinê ye lê ji bo vê sê şertên Fransayê hene.
Fabîus, bal kişand ku tehdeya navneteweyî û stoka çekên kimyewî ya rejîma Sûriyê ji bo Rûsyayê jî wek çavkaniya endîşeyê bê dîtin û wek şertê yekemîn xwest ku Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed demildest çekên kimyewî yên di destê xwe de îmha bike û qontrolê bide dest çavdêrên navneteweyî.
Fabîus ragihand şertê duyemîn ew e ku ji Konseya Ewlehiyê ya NYê biryarek derkeve û xwest ku ji bo bicîanîna vê biryarê bernameyek bê diyarkirin.
Fabîus wek şertê dawî diyar kir divê kesên ku êrîşa 21ê tebaxê kirin, bê ceza nemînin û xwest ku ev kes ji hêla dadgeha şer ya navneteweyî ve bên darizandin.